Delalê min çav belek e
Şêrîn û teb`etmelek e
J`min xeyidye va gelek e
Sedem çi ye nizanim ez
Hêjan tu piçûk û jar î
Te xist nav dil pêt û arî
Sûnd dixwim bi navê Barî
Sedem çi ye nizanim ez
Kula dilkê xwe te negot
Bêdengiyê nava min sot
Eva borîn du mehê cot
Sedem çi ye nizanim ez
Çend roj borîn ser cot meha
Te zer kirim mislê biha
Rih va sipî bû hêj niha
Sedem çi ye nizanim ez
Nakim derd va sipîtayan
Sistbûn qidum ling û payan
Nagrinî tu min ji şahyan
Sedem çi ye nizanim ez
Bi yek peyvê min nagrinî
Li dil gul nêrgiz naçînî
Binax dikî mi b`saxînî
Sedem çi ye nizanim ez
Binax dibim hero carek
Ji destê xişîmo jarek
Pêyan hişkim wekê darek
Sedem çi ye nixanim ez
Qurtek av nadî vê darê
Felat nakî j`ax û zarê
Nahûlimî ax yek carê
Sedem çi ye nizanim ez
Xelaske ji ax û waxê
Rake j`ser dil evê daxê
Tê min kî mêvanê axê
Sedem çi ye nizanim ez
Hero dipirsim ji Asmîn*
Ji bo reşkula Binyamîn
Ew jî ji vê gûman tunîn
Sedem çi ye nizanim ez
Kes pê b`gûman nabe heyhat!
Ev êş li can bû qat û qat
Diyarî ye ji semawat
Sedem çi ye nizanin ez
Diyariyek bi hikmet e
Lew zehmetek bêbabet e
Pir bi coş e ava şet e
Sedem çi ye nizanim ez
Coştir e ji çemê Miksê
Ger tu ji min bikî pirsê
Be`ecîm ji xem û hirsê
Sedem çi ye nizanim ez
Heya kengê qey dakim xem?
Ey delalê ku rûh li cem
Sivik nakî bar tu li Mem
Sedem çi ye nizanim ez.
Nîşe : Asmîn xweha Binyamîn e û herdû jî ronîya çavê min in.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mehmet Hacioglu şiirlerine dön