Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mehmet Hacioglu

Mehmet Hacioglu

2 görüntülenme 0 beğeni
Te mal bar kir bi hewarî Hêvî bûne qet û parî Roj li min bûn qîl û tarî Mam bêşemal piştê tu çû Dil şewitî şûbhê neftê Sewta min çû qatê heftê Xwezî b`hata melkê mewtê Bistanda rûh piştê tu çû Yar tu nebî ku ez hêç im Belengazek devê rêç im Cixarên dijwar dipêçim Sar nakim qet piştê tu çû Pirsa te d`kim ji rêwiya Ew jî nadin ti hêviya Dîsa rûdnim wek sêwiya Hûr hûr digrîm piştê tu çû Ji hêsiran giya bû şîn Disoje dil, jê d`herke xwîn Mebe mijûl xatûna zîn Mem daye nav piştê tu çû Mem daye nav ji hesretê Vema ji mêj û ta`etê Dê! bîne dawya zûlmatê Min hal ev e piştê tu çû

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mehmet Hacioglu şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz