Xwedyê xizma zêrîn e
Hêj ezeb û qêzîn e
Dibişkivin xuncebaz
Gava li bax meyzîne
Dildaram pir narîn e
Hêj piçûk û jarîn e
Têr nabim xweş kelaman
Pir bi hilm zarşêrîn e
Narînê rûh û canê
Wer em biçin seyranê
Natirsim ji birên te
Min du gurçkê şêran e
Kembera zîv li piştê
Rûniştim ber teniştê
Civatek pir şeng û şox
Ketim qûnçkê beheştê
Singê sipî pîvok in
Du hêk in ser pênok in
Min dest çû ser hêlînê
Zeryam hinek şermok e
Baxê gulan pêsîr e
Mam tê de dil hêsîr e
Xwezî dilê wê mehkûm
Çi hefsek bêqûsûr e
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mehmet Hacioglu şiirlerine dön