Naçe j`bîra min her çi êş û jan
Binvîse qelem heya tu bişkê
Kun kirin telîs xwarin dexl û dan
Binvîse zûlma qimil û mişkê
Hatin îloke şikest va hêk e
Nedît me ti war bo xwe pênok e
Malê bêxwedî tê l`ser şer dike
Binvîse cenga vê qir û qişkê
Mala Xweda tu derwêş û evdal
Mayî tû uryan bêlibs û pertal
Ketyî kolana cevînî mal mal
Binvîse qelem tûr parsê piştê
Ew in fi`lebaz ava binkayê
Çi hêvî hene dan gurebayê
Yê ku şiyar bû wan jehrî dayê
Binvîse zilma marî w dûpişkê
Êvarê birin kes saroq neda
Li fecrê dîtin di nav gor heda
Kuştin hûr û gir b`hezar û seda
Binvîse qelem hêsrê vê xûşkê
Rebeno Memo nema lê mêjî
Zîvirî l`dûv xwe wek kavra gêjî
Binka j`sala ve xwîna te d`mêjî
Binvîse keda vê kêç û rişkê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mehmet Hacioglu şiirlerine dön