Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mehmet Hacioglu

Mehmet Hacioglu

2 görüntülenme 0 beğeni
Evan rojê eyînan Gelek bi hirs î mela Bi van gef û nifînan Ji Reb natirsî mela Yê dibîne rewşa te Cib û rih û şaşa te Tên rûdinin hewşa te Dibên tu xews î mela Dilê te ne tahir e Di we`zan de zahir e Wekê gov û axur e Jengar û pas î mela Dema rûdnî l`minberê Vedikî tu rûpelê Bi fermanên Enqerê Gelekê nehs î mela Ewê ol kirî maşe Da dest te ev meaş e L`te sûwar dibê, waşe..! Ji vê bêbehs î mela Xweda çi ferman daye Vekirî eşkera ye Veşartin boy pera ye Dêzekê xas î mela Bi pirtûkek Latînî Cem`etê dixapînî Nîfaqê tu diçînî Şubhê garis î mela Dibên we`zê wû coş in Li cem min pûç û boş in Sedem pir tûj û toş in Cûzan û das î mela Gelek nîjadperest î Te kêr gehande hestî Ji dil dibêm ne b`qestî Nizam çi cins î mela Te dil dagirt ji kînê Bê çek dirêjî xwînê Tê biqeştî ji jînê Tê pê bihesî mela Te girt alyê zaliman Berda rêya aliman Di dojê da gel Haman Wê tu bireqsî mela

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mehmet Hacioglu şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz