Dûrr gewher û mircan î
Te sîmasuret hêv e
Sipî memik fincan î
Nebat şekrê l`ser lêv e
Wer ey lêxim ribabê
Li ber bireqse bi coş
Te lêv rengê şerabê
Dil dixwaze her binoş
Dade der û pencera
Bi hirs xwe bavê himbêz
Zozanên sing û bera
Bes tu ji min biparêz
Li min ke `îd şevînê
Ser mil berde cot kezî
Bi hiş kevin nivînê
Şibhê cot marê tezî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mehmet Hacioglu şiirlerine dön