Çekdarek Kurd im bin dara berrî
Bo gelê stuxwar min hilda serî
Hêlîn çêkirye l`zinarê asê
Dêxim dil dijmin peysûr û tirsê
Ez im serê xwe dixwazim qeba
Da zemt kim çeper mil û neqeba
Hingî laşê min bi jen in temar
Nahêlim dûv xwe ti bêhnê gemar
Lo lawê Kurd im ser natewînim
Romê cûreker l`vir nahewînim
Gava radhêlim van kûrê dêla
Şeqşeqî dibin di nava rêla
Pir xwirt û tîk im nakevim rewaş
Naxim li kesî ti derbê qelaş
Dilkê min nerm e j`kînê bêgûman
Dest lê ranakim yê b`xwaze eman
Cihê şêr ketye dest rovî û kund
Lewitîn bi wan ev bajar û gund
Dikim mitala w cixara d`pêçim
Ji derdê hova miryê vê rêç im
Dibînim berçav wargehên xalî
Lê nemane gul bilbil dan alî
Lê şîn bûye tev giyayê gezing
Xulxulîn hêsir kevim ber hezing
Ehd kir vî canî û daye we soz
Nehêle l`hingîv bigere ew moz
Ez berxê kêrê li can borî me
Kurdîstan pîroz, qûrban gori me
22ê Adarê 2016
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mehmet Hacioglu şiirlerine dön