Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mehmet Hacioglu

Mehmet Hacioglu

2 görüntülenme 0 beğeni
(Bi zimanê dayikeke ji Sûrê) Singa Sûrê mislê serad Kun kun bûne kevrê berad Xezeb ketye li me şeddad Ey çi bêjim wey malîno ? Kanî dad ma Sûr qefes e Me d`kujin kes pê nahese Xudanxêrek nabê bes e Ey çi bêjim wey malîno ? Tune rêçek herder girtî Dorpêç kirne destê xwirtî Me hal ev e hema b`kurtî Ey çi bêjim wey malîno ? Ev demsala sar û dirêj Nav mala pûtînê qirêj Kûştin kalo li ser nimêj Ey çi bêjim wey malîno ? Me çi kêşa j`dest romîyan Ew celladê sêmehiyan Çendek mane l`ber deriyan Ey çi bêjim wey malîno ? Hûn zêr in ma qey em tûç in? Bo çi gûhê we l`me mûç in? Ji neçaryê mal dikoçin Ey çi bêjim wey malîno ? Kûçka sipî hatî ferman Kolan girtin wan miherman Birînê me nayên derman Ey çi bêjim wey malîno ? Mêrik li pişt perda dîn e Qur`an di dest de d`hejîne Bêaqilan dixapîne Ey çi bêjim wey malîno? Bêaqilê jê bawer kir Ji bo me serî ranekir Birînek jî wa l`me vekir Ey çi bêjim wey malîno? Bêxwedî û bêserdar in Jiber vê em giranbar in Ber dîwaran hertim jar in Ey çi bêjim wey malîno?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mehmet Hacioglu şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz