Hilketim û daketim
Dilketî l`erda ketim
Kul ketim evdal ketim
Dilketî l`sewda ketim
Dil nedî ewna kedî
Ew xwedî zilmanedî
Sermedî êşa me dî
Dilketî l`qada ketim
Dil teqinî ma d`binî
Ma dibînê ew j`binî
Ku di êşa bêbinî
Dilketî l`teqna ketim
Ez dibêm dil xalî ke
Dil dibê min xwînî ke
Qaso de jev safî ke
Dilketî l`xwîna ketim
Dilbirîn im dilbişîn
Şîn bi xwîn axîn girîn
Ax dijîm binax di jîn
Dilketî l`ferşa ketim
12.06.2017
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Qasimê Xelîlî şiirlerine dön