Ev rewşa berbadî ey yarê te da
Dil jî ez kuştim di zarzarê te de
Te bi wî hestemê " Bi xatirê te..."
Çîk veda dil mam di nav arê te de
Keriyek derd te da ber pêşiya min
Qursê êşan xiste tûr Narê te da
Piştiyek êş jî li hêviyê mi kir
Pişt şikest qof bû di bin barê te de
Tu zanî te çi bi aviyê mi kir
Îro zîl dan kul di mişarê te de
Ne pêjna te tê ne jî sebra mi tê
Mame asê di nav dîwarê te de
Gih bi vê de w gih bi wê de çûm bi jar
Şopa te wunda di bajarê te de
Lê nikarê dil ji te destî bişo
Dîn û mest e ew di derbarê te de
01.11.2017
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Qasimê Xelîlî şiirlerine dön