Beybûn û reyhan vedibin çarmedor
Gul geş û xweş bêhn vedidin xemrî sor
Qozeqerek reng vedidê l`ser dilî
Tên xemilîn hingî çiya b`keskesor
Perperîk û çûk difirin kêf bi coş
Bilbil û şalûl dixwênin lorî lor
Bayê siharê nesîmî l`ba dibê
Min heye qadir bifirim ez li jor
Ha ev in ên ez li vê jînê dijim
Wextê bi bîra mi tu tê canbigor
Her nefesa ez dikişênim tu wî
Ya herî baş pê dizanê zengilor
Her zere xwîna mi tu wî dilberê
Tu d`herikê her kêliyê sor û şor
Her timî l`bîra min î jîna min î
Sibh û êvara te dijim bêsînor
Qelbê mi zikrê te dikê şev bi roj
Ew dilê ku b`vînê te lêdayî mor
Qaso bi qurbanê bizan tu hebê
Nayê bi bîra mi ne tirb û ne gor
14.08.2017
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Qasimê Xelîlî şiirlerine dön