Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qasimê Xelîlî

Qasimê Xelîlî

2 görüntülenme 0 beğeni
Fêhm nekir min bê çi tewr hêma yî tu Qey bi heft quflên Xudê dadayî tu Va ye bû sala temam hey lo gidî Bayê sir tê hê li dil serma yî tu Hew dişêm vê rê meşim bêtaqet im Qop û qof û oc ketim wek ba yî tu Geh bela yî na wela haşa kela Lê xela yî û tim û tim ta yî tu Roj li singê derbehişk in naqedin Bêhn li min çikya bi min ve nayî tu Min di parzûna demê par parzinand Dem bi bin ket û di dest bes mayî tu Bûye mêtingeh ji bo te rûne lê Ser serê dil tim li ba ala yî tu Dil serad lê hêvî zad e lew dibê Hê ji bo jîn û vejînê ra yî tu *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qasimê Xelîlî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz