Ka rê vekin şah va ye tê
Artêş ji awir pê re tê
Dil bû esîrê heybetê
Tarîtiyê û zulmetê
Ala çiqas heybettijî
Kakul çi reş tarî rijî
Şaham bilanê her bijî
Jêrî te bim ta axretê
Ew kakulên tarî xelek
Her yek ji wan marê belek
Qozî diberdan dil gelek
Ew jehr ji dûrî adetê
Jehra ji dest xweş hinguvîn
Ewna dibê taca evîn
Her ku çiqas êş lê civîn
Dil aşiqê vê rûmetê
Şahê kezî kir du pişik
Her yek dibû wek dûpişik
Ez hişk kirim mîna kijik
Nakim gilî l`xweşya me tê
Paşa wezîr bisk û kezî
Ew lev civîn dil go xwezî
Ew rabezin dil xwest lezî
Bû pakrewan çû rehmetê
Qaso li dil şaqis dima
Fêhm kir ji nû dî bê çima
Dil bû ji bo êşa tema
Ew jî giha vê hikmetê
18.03.2017
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Qasimê Xelîlî şiirlerine dön