Evîna te jîn e tav e
Rojê ka wer neçe ava
Ev dilê min bêzirav e
Qut neke j`min tu silava
Tu bi qedrê dê û bava
De were l`ser ser û çava
Durr û Mircana w dirava
Birêşim ber wa pêlava
Bes e yarê felişandim
Qaso hêsîr e di dava
Arê vînê vekişandim
Weke gîrdab û gerava
Evînî pêt û pereng e
Gula qirmiz bi xunava
Ger nizanbê sor çi reng e
Were pirs ke ji hinava
Kaniyek îro gerav e
Tî me ez ketme ji gava
Vînekî kuştim bênav e
Ma kerr î hesnakê lava
Rewanê w ava heyatê
Av nema d`kanî w sûlava
Êdî şîlo jî nema tê
Were pirs ke ji du çava
19.08.2017
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Qasimê Xelîlî şiirlerine dön