Evîneke pirî har
Li dil diçand wê haşhaş
Riya wê tûj e dijwar
Pira siratê ma şaş
Laşê min xwerha li min
Sewda reş gerha li min
Ketme rê weyla li min
Zemt kir ji qelb serî w baş
Ji qelbî dest bi min kir
Ya nemayê li min kir
Heta bi hiş zulim kir
Wê narqozek dida laş
Li baxê vê evînê
Nesaxê dil di şînê
Hinav sor kir ji xwînê
Dikê w nakê nabê haş
Ma gilihê kê bikim
Ka naxwe dil jê bikim
Bavêjim xwê lê bikim
Eyn evna ya herî baş
Min nego dûrî xwe ke?
Evînî ma henek e !
Çav li Qaso qet neke
Dilê wî her tim li kaş
12.09.2017
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Qasimê Xelîlî şiirlerine dön