Piştî ku têra xwe bi min kir gêre
Eşqa me îro gindirî berjêr e
Tirsek mezin hilgerî nava dilî
Her wek li ser gerdenê şûr û kêr e
Va ye gulek hişk bû di destê mi de
Demsal ne payîz e gelo ma xêr e
Bîrovekî avêt evîna bedew
Hal tê nema j`derd û xema bêxêr e
Hêvî şikestin hemû ser hev de man
Meyzêne nava dilî va ye şkêr e
Deryake reş ser mi de hat mame tê
Pêlê ji huznê jî dihatin pê re
Bê çiQasî min li ber xwe da, Xuda!
Bêfeyde ye kêferat û bêkêr e
Mam xeniqî l`kevyê evînê ketim
Ev qelbê pak xebînet sed heyf jê re
11.09.2017
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Qasimê Xelîlî şiirlerine dön