Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

2 görüntülenme 0 beğeni
Ax welato ax welato Roja me zû lê helato Bav û birê me çawanin çima xeber jê nehato îşev min dît xewnek bi tirs Tu keremke ji min bipirs Ez carekê dest pê bikim Da tu bibîn çiqas bi hirs Bayekî reş hate ji jor Li ser min kir bûre û bûr Bi girîn da kaxezek sor Di nav hebûn du tayên por Ez çûme cem pîrek zeman Min got:falekê veke eman Min daye der tev ruh û can Derdê min reh bibê derman Pîrê bo min rabû ser xwe Piyana avê da ber xwe Li ava xwend, li min nêrî Dîsa serê xwe da ber xwe Kaxez bi xwîna bira bû Her dû ta porên xwehan bû Me`na wan kûr û giran bû Ji Fe`la pîrê nihan bû Birayê me têne kuştin Bi xwînên xwe têne şûştin Xwehan porên xwe şandine Yanî(çima hûn rûniştin)? îro laşim pir diêşe Qenc dizanim çi diêşe Lê çibikim derman nîne Tali` tune bextê reş e Dermanê ko ez keşf dikim Bi hêvîna xwe geş dikim Ji dilbirînên wek xwe re Pelên Hawarê reş dikim Qedrî bêje û binale şînê girêde bikale Namûs nema, rûmet nema Ev çi derd û ev çi hal e. *Kovara Hawar, Hejmar:13, sal:1932, Rûpel:2.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz