Ew perdeya reş tarî,
Ko ji şevên reş diyarî,
Min...
Ji rûyê xwe kişand..
Li ber çavê xwe çirand..
û avêt..
Avêt paş sed çiyayî..
Nava hezar deryay..
Min, gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh şûş;
û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuşt..
* * *
Ew zingara di mejî,
Ko mejyê min dimijî
Min....
Bi kêrikê xeritand
û bi agir şewitand
û paqijkir...
Paqij kir jê serê xwe
Min avêt ji derê xwe
* * *
...............
...............
* * *
Êdî......
Bi dîtina xwe,
û bi bihîstina xwe..
Bi vîna xwe û bi mejî
Bi rêve-çûna xwe jî
Ez bûm însanekî nû, piresteşê olek nû,
û di bajarê dil de min ava kir holek nû..
şam; 25.5.2944
(Ronahî, hejmar; 26, sal; 1944, Rû; 17)
*Ev helbesta Qedrî Can, weke helbesta kurdî ya nûjen a yekem tê qedbûlkirin. Bi vê helbestê re helbesta kurdî ji helbesta klasîk gava xwe avêtiye helbesta nûjen.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Qedrî Can şiirlerine dön