Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

3 görüntülenme 0 beğeni
Gelawêj, şevên tarî çirand.. Perdeyên reş dirand.. çardeyê Gelawêj Ey cejna pîroz.. Mirina xwînmij Marê avadoz.. * * * Marê avadoz, Tevirî... Lerizî... Li axa îraq... Eciqî, Peçiqî, Di bin lingê Kurd û Ereb, Ew peymana Bexda Ew qehpe (pîse) mîsaq... Ew peyman! Ew ferman! Ew jaremar, Ew diranê sehê har, Ji Lendin.. Diyarî hate şandin... Ji bo nûkerên kevjal Teva çend derhemê mal * * * Bo kuştina azadîxwaz Kuştina Ereb û Kurdên belengaz Ji Lendin... Diyarî hate şandin... Ew peymana xwînxwar, Ew ferman û ew serdar Ji Lenden... Belê... Erê... Ji Lenden... Diyarî hate şandin... * * * Ew ferman û ew serdar, Serên nûkerên xwe, xwar.. Ew peyman û ew ferman, Ji milet re bû derman... Ereb û Kurd zêdetir, Ji berê bêtir...bêtir, Li niştiman, Bi rizgarî, Heval û birader man... * * * Cemhûriyeta îraq, Ey... stêra pir ronak Cemhûriyeta îraq... Welat bi te ronahî... şewqa te da her alî.. Li jor... li jêr.. rast û çep Faris..Turk...Kurd û Ereb Bi vê rojê keyfxweş in.. Bi vê cejnê serxweş in... Her kesên azadîxwaz Ji te re dikin niyaz, Ey qahirê nûkeran, Xwediyê gurzê giran, Qehreman..!* Aferîn sed aferîn * * * Bijî serdarê îraq, Teva hevala dilpak... We xelas kir niştiman, Bexda..hinek Kurdistan.. Pêşve..pêşve.. her pêşve... Rojhelat giş ji mêjve, Li bende vê rojê bûn, Daxwazê vê dozê bûn, Azadî û biratî Asayiş û aşîtî.. Li nav hemû welatan, Li her cî, û cîhatan... Dostanîk bêguman, Li nav miletê cîhan.. Bibe qanûn û destûr Li nav gelê gir û hûr Bi dil, bi can û giyan Insan...birayê insan Insan...birayê insan. şam 15/7/1958 *Di destnivîseke din de li şûna (qehpe),(pîse) hatiye nivîsandin. **Di destnivîseke din de li şûna (Qehreman), (Qehreman Ebdilkerîm) hatiye nivîsandin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz