Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

3 görüntülenme 0 beğeni
Serdarê Kurdan.. Berzanî Berzanî... Berzanî... Di cenga welat de, Di meydana xebat de, Pehlewan.. Qehreman... Tuyî, Bûyî, Hîmî Kurdistan.. Te, hîmî Kurdistan, çêtir, Bêtir, Li cî danî Berzanî... Berzanî... Berzanî.. Berzanî.. Kî Vî Navî Nizanî? Her kesî dît, Her kesî bihîst Li rojhilat... Rojhelata navîn.. Zivistan û havîn Kî dike ceng? kî dike xebat? Li hemberî çend dewletan, Ew dijminê miletan, çend dewletên isti`mar, Kî bûye kelem? kî bûye bar? Eskerên Nûrî Seîd, Ko digel corcan xelît Dixebitin... Diperpitin... Nikarin vî mêrî, Vî şêrî, Bixin davê.. Leşkerên Turk û Eyran Balafirên Toreman Hîç tu havil ne kirin.. Tuştek hasil ne kirin.. Dîsa li ser çiyan, Dîsan li nav meydan Deng dike, Ceng dike, Berzanî... Berzanî.... Ey biraderê Ecem! Ixwan: Ereb el-eşem! Ey... Demoqrat Turk qardaş! Birader! Ixwan! Yoldaş! Em heval û cîran in, Dijminê Amerîkan in.. Ingiliz in.. Ingilîz.. Zînhar jê re ne bin lîz. Serdarê me Berzanî Gerek her kes bizanî Serdarê azadiyê ye... Navdarê abadiyê ye... Rabin hûn jî bilivin, Li doza wî bicivin... Bêjin bijî Berzanî... Xelaskarê insanî! 1945 şam

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz