Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

2 görüntülenme 0 beğeni
Heyva sor Nîşana aştiyê Helbû jor Mizgîna dostaniyê Gehîşte nav heyv û stêrên ezmanan Derket... wan vexwîn e De`weta aştî û dostanî Bi keyf û xweşî Bi dilgehiştî Bi wan re govend bike Li ezmanan * * * Bira sêwiyên Hîroşîma û... Jinebîyên Nagazakî .... Ne tirsin Heyva sor Ne bombeya Ewtomîk Wek gulê ke sor Helbû jor Bîna dostanî dide dor * * * Heyva sor Ya gehişte ezmanan û zîvir, zîvir li dewra dinê Digere Kes natirsîne Bi dilpakî ji me re Silavan dişîne Dikarîbû hindirê xwe tijî bombiya bike û bixwe bide Waşinton û...Londerê Mîna Hîroşîma û Nagazakî Kambax bike.. kevir li ser kevir ne hêle Wan serên cengxwaz bicivîne Kurdên reben, Erebên feqîr Kurdên bindest Ji bela wan azad bike Lê, li wir, insanên bê gunah Ko bi milyon hene, neh, deh Insanên bê guneh, hene, heyfin Heyva sor, ne xwînxwar e Ji bo avakirinê hatiye çêkirin Nîşana aşîtiyê Mizgîna dostaniyê Bijî heyva sor Bilind be.. Gula sor şam 19/10/1957

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz