Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

2 görüntülenme 0 beğeni
-şêx Ebdrehmanê Garisî çû rehmetê- Li Erdê dinêrim dilopên xwînê Didime ser şopê çi bibînim ez Dar û ber, kevir kuç giş dikin şînê Bê hemdê canê xwe diqîrim ez Tabûtek di nava ewrekî bi xwîn Melekan kişandin ezmanê jorîn Tirsekê da ser min lebitîm ricifîn Ber çavê min reş hat dil bûrînim ez Ew tabût, tabûta Evdê Rehman bû Ser dinya derewîn Ew yek mêvan bû Ger terk heyat bû, cinet mekan bû Bi rehma wî şabin hemî Kurd û ez Lê sed heyf ji bo te ey rehman şêx im çiqas Kurd hene ji bo te bêxim Têlkê gaziyê, û lêxim lêxim Ew hawar hindeke jê têr nabim ez şehadet, me ne dît wisan bi `ibret cinayet, xiyanet wisan bi riqqet Ji bona mirovê xudan himmet Tarîxa roja te şîn ! qeyd dikim ez. *Kovara Hawarê, Hejmar:11, Sal:1932, Rûpel:6.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz