Bi dengekî me zîndana we hejand
Bi qîrînek me kela we helweşand
Hûnê derbê me bibînin celadno !
Ji paş hesin me heybeta we şikand
* * *
Di nav postê şêran de wek roviyan
Zar û zêçê me bezdand van koviyan
Digotin qey ji meydan mêr kişiyan
Destê bi zincîr maske ji rûyê we kişan
* * *
Me bala xwe bi wer gelek dirêj kir
Lê roj bi roj we dilê xwe qirêj kir
çend dilopên xezebê ser we rêj kir
Geşta kerameta we, pê xesiqand
* * *
Me serma dî, dilê me hîç sar ne bû
Di bin barê bermîla, serxwar ne bû
îşkenceya bi şev û roj, kor ne bû
Bi vîna xwe, dev û lêvê xwe çirand
* * *
Bijî yekîtiya şêrê qefesan
Hevalê me perwaz dikin li ezman
Em in ronahiya tariya cîhan
Lênînê me tovê aşîtiyê çand.
Zîndana Mezê 5/4/1961
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Qedrî Can şiirlerine dön