Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

2 görüntülenme 0 beğeni
Di welatê Qeyseran, tam çel û sê sal berê Gûr bû bi destê Lenîn şoreşa Oktoberê Mîna pêlê deryayê rêncber, pale, cefakêş Di destan ala Marks, Lenînê mezin li pêş Ajotin ser kele û bedenê ji hezar sal Bi çakûç û dasên xwe dengê topan kirin lal Ew kozikên ji pola bi dû hev hilweşiyan Ser cendekê xwînmêjan gurûhê gel meşiyan Ji destê zadegana gelê dîl giş aza bûn Bi vê cejnê rêncberê cîhanê hemî şa bûn Bi tîrêja Oktober gelek welat çirisîn Ji rojava,rohelat,hetanî Kûrya û Pekîn Di dojeha Qeyseran bi rastî çêbû buhuşt Hêv, stêrê renge sor bi ezman re gihîşt Di bablîska Otom û di van salê hêvên sor Fîrewnek ji nav mûmya serê xwe rakir ji gor Mîna bav û kalê xwe, wî jî da ser rêya xwîn Di sînga Misr û Sûrye ve kir sed hezar birîn Azadîxwazê welat ev bûne sê zibistan Avêtiye zindanê Fîrewnê axirzeman Destê pak kelem çêkir, serê aza bi mîr kir Serencema Hîtler û Musûlînî ji bîr kir Emê îro pîrozkin ji nav dîwarê stûr, Cejna Oktobera xwe, xelas nêzîke ne dûr. Zîndana Mezê, 7.11.1960

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz