Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

3 görüntülenme 0 beğeni
Dostê min: Dijminê postê min.. Begê axir zeman... Ew zenbîla tu pê hat, Nema datê ji ezman. Benê wê riziya Li nava rê qetiya, Ew ket.. Ket nava derya sor, Derya sor jê ra bû gor, Derya sor Ji Fer`ewn û çend xwedê biçûk ra Bû kefen... * * * Mûsa û mirîdên wî hemî Bê per û bê gemî Ji wê deryayê derbas bûn, Ji cewr û cefayê Li wir xelas bûn. Fer`ewn li wir fetisî Mûsa li ser reqisî * * * Nemrûdê biçûk Me bi agir ditirsînin Pif meşka vala Ey kevnarê sala... Baweriya dilê me, Taqeta milê me Ji îmana Ibrahîm pirtir e, Ne kêmtir e... Viya bizan, Ey pêxemberê dizan, Dostê min Dijminê postê min, Begê axir zeman Ew zenbîla tu pê hatî, Ne ma datê ji ezman * * * Meznatî, Ne bi pare û mal e... Ne bi gorina kal e... Meznatî, Bi cewherê insan e ! Bi `ilm û `irfan e ! Belê... em xizanê mal in, Lê zengînê kemal in... Zengînê îde alin... Dostê min Dijminê postê min, Begê axir zeman Ew zenbîla tu pê hatî, Ne ma datê ji ezman * * * Koşka te ya hîm-vala Ya bi neynûkê pala, Ên birîn... Ên bi xwîn... Te ava kir û di bin de rûnişt û gelek reben ji birçîna kuşt; Ewê ser serê te hilweşe Gerçî dilê me bi te naêşe, Lê em dixwazin Lê em dibazin... Zaroyê te ê bê guneh Ko bi hejmar hene neh, deh Ji wê talûkê xelas bikin, Di rêya rast re derbas bikin Riya rast ! Riya me... Ew e baweriya me: Zincîr şikandin... Armanc gîhandin... * * * Bablîska bîstan, Dîroka rastan, Dibêje: Bibêje... Guh mede efsaneyên dêwan Bi şûnda ne mîne ji karwan Karwanê medeniyet, Gurûhê beşeriyet.... Xulase; Pêşî û paşiya felsefe.. Felsefeya me Ev e: Dîn.. mezheb.. îman.. Bibe însan ! bibe însan ! Dostê min Dijminê postê min, Begê axir zeman Ew zenbîla tu pê hatî, Ne ma datê ji ezman şam 1942.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz