Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

2 görüntülenme 0 beğeni
(Serokê cemhûriya Kurdistan) Efsûs ! efsûs ! çi derdekî giran e! Birînek bê derman e ! Ji dil nalî.. Ji dev kalîn.. Hezar ah, hezar zarîn Ji çavên me hêstirên xwîn, Têne coş... têne xiroş... * * * Dibêjin ko ew `ecemên efyûn-kêş Esrar-kêş Bi destên xwe yên gemarî, Danîn sêpa xwînxwarî! Serê pêşwa dane pêş ! Ew rêberê bê hemta, Teva çend wezîrên wî, Kişandine pê sêpa Ji erdê bilind kirin! Di devê wan de qelûn Di serê wan de efyûn Lingê şêran kil kirin! Karê wane ji ezel, bê wefayî, Bê bextî û xwînxwarî û cefayî * * * Tu hîç xêrê ne bînî, ey Conpolê Ingilîz.. Ji wan esrar-kêşan re Te hazir kir ev lîz Rûyê te reş be Ey teres Ey bê namûs Tiroman Balafirên te bûn bes, Azribaycan, Kurdistan Teva zar û zêçên wan Kirne bumbar dûman * * * Bi şarê xwe kirine Ingilîz, Emrîkan Esrar-kêşên Eceman û toranên Turkan Ew dikarin me bikujin Top û tanêgê wan hene Zar û zêçan qir bikin Balafirên wan hene.. Lê bira bizanin ko çiqas Kurdan bikujin, Kurdetî ewê bijî ger bimîne mêr û jin Bêguman roja me jî ewê bê Roja rastî Di dîroka beşer da Xuya be heqperestî * * * Ey pêşiwayê navdar Dijmin eger tu kuştin Navê te yî pir şêrîn Hetanî ebed hiştin Her cara ko lingê we, Ser serê wan kil dibû Giyanê we bilintir Ber ezman hildi bû, Em dizanin... Hûn ne ew kesin ko hîç bitirsin Li sêpayê dijminan Ber ew bikin, pirsîn çiqas we henekê xwe Bi sêpayê wan kirin Bumba wî ya etomîk Ji germiya dilê me Nikare hîç sar bike, Natewîne milê me, Ey şehîdên Ebedî Oxira we ya xêrê be Silavê me li wan kin, Her kî rêwîyên vê rêne Navê we, Ewê bijî Ewê Kurdistan bijî Giyanê we Di dîrok û dastanan vejî şam 1948

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz