Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

2 görüntülenme 0 beğeni
Buhara jiyîna min bê te payîz e dadê Bo min diyarê cenet bê te faiz e dadê çêlkewa lingşikestî li pê hevalên xwe ma çêlkew ez bim û negrîm ma qey caiz e dadê! Dadê pir kûr menal, te ceger li min ne hişt, Dewsa ken û lîrînê ah û zarîna xwe hişt Girîn tirsê dide min xerab dike sîng û pişt, Êdin xwîn, kêmê dizên!kanî..karîz e dadê. Her çend pol û petalên jiber xanûmanan man Gelek qenc girê bide li birînên xwe eman! Bijîşkên me çê dikin ji bo derdê te derman, Hinek ji van Sekban in, hin jî Nafîz e dadê Daw ne ma me maçîkir, paqij ne paqij be dest Her kê ev halê me dît gotin(parsekî ye, geşt) De wer ji ber vî derdî me be perîşan û mest, Ne `eqil ma ne şiûr, ne jî hafîz e dadê Xwarin, vexwarin tune hebe jî me sond xwarî Pariyek bi hêsanî di qirika me narî Dîtina te miyeser neke xudayê barî Gav û demên me hemî, rojî..pehrîz e dadê Ji ber kêmaniyên xwe, li cem te şermisar in Tenê tu kûr menal e, em ji te hêvîdar in, Ji çavên me yên melûl hêstir ê xwîn dibarin Jan a zirav tov me ke, eman!Pakîze dadê. *Kovara Hawarê, Hejmar:14.Sal:1932.Rûpel:3.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz