Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

2 görüntülenme 0 beğeni
* Li ser giyanê Mehemedê Seyda * Buhara umrê ciwanî bê gul û çîçek hat îsal Movika dara xortanî ne bişkuvî bûye zewal.. Ev çi xewa yekcar bû ku destê te ji me qetand Xwezî te zanîba xwezî, li dû em çend bûn melal Ji bo giyanê te çiqas şîn û girî bit hêja ye, Muxabina ciwaniyê, bejin zirav, xortê delal Wefakarê hevalên xwe, welat-parêz bi rastî Di dinê de min hêj ne dît, ji te çêtir, qenctir heval Selavê min ji dûr li gorina te û çayê Cûdî û ji zemzem piresteştir çemê Dîclê ava zelal.. Heger tu hesretkêşê bav û biran î di bin axê Ez jî li ser dinê tenha mame, ji dil tên nale nal.. Bira çavê te li dinê ne zîvire, zînhar, bira! Giş fanî ye, bê dawî ye, poşman me be bavê Cemal Heger carekê tu mirî rojê sed car em dimirin, Ji ber cewrên çerxa felek, êdî em bûne gêj û lal Ev jiyînê derbiderî mirin sedcar jê çêtir e, Esaret û bendeganî miletê me kir bêmecal... Heke tu kanî bî bi navê xortan ji Xwedê bipirs, Bi gilî û bi gazinan bibêj: (Êdî bes e ev hal ). *Rojnameya Roja Nû, Hejmar:18, Sal:1943, Rûpel:4.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz