Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

2 görüntülenme 0 beğeni
Di dema heşê min wenda dibûyî Mizgînek ji min re hat û got:bixwîn. Min cegerperitî, min dilhilûyî Mêze kir ev mizgîn b`navê Cegerxwîn * * * Hevalê xoşewîst pesna gundê min Bi ah û keseran pêşkêş didî min Ji nû ve pêtek ar, da ser daxê min Derd û kul tevdayîn tewşe Cegerxwîn! * * * Dêrik pir xweş e hêjaye pesnê çi bikim nakev dest;ji her vê xesmê Bi dil birîndar in Kurdên vê neslê, Ne ez û tu tenê hemî Cegerxwîn! * * * Ma Maden hindik e ji darên beran Osmanye, Sêwrek, Mûşa-Serhedan. Ji çayê Torozê heta Deşt-Rewan Giş xabin!hin çêtir bizan Cegerxwîn. * * * Dizanim tu zanî, welat giş xweş e Hin bajar hene ku tu lê na meşe Mesela Elezîz çi lawkeleş e Bidîta bi çavê şihrê Cegerxwîn. * * * Hevalo tu xweş bî;tim bi dilê xwe Welat buhiştîn tim bi sazê xwe Saz bikî nava tilyên destê xwe Da nezan bizanin tuyî Cegerxwîn.. *Kovara Hawar, Hejmar:12, Sal:1932, Rûpel:2.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz