Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

2 görüntülenme 0 beğeni
Hesinkerek şev û roj, dixebitî ji dil can Xebata wî zincîrek, ko naqete tu caran Her carekê ko çakûç, lêdixist dilxweş dibû Imîda wî qewîtir, hêviya wî geş dibû çend rûj holê pêşveçûn, min jî bala xwe dida Zincîr hê ew zincîr bû, dîsa weke xwe dima * * * Bi wî çakûçê biçûk, ew zincîra qerase Ma tucar tê şikandin, gelo kî pê hesas e çûme ez nik hesinker, min jê kire pirsiyar Li ber pirsiyara min, karê xwe kir hebek sar * * * -Lo mamê min î delal, kerema xwe erzan ke Dilopek ji derdê xwe, ji min re jî nûş`canke Herçend bala xwe didim, ev çakûç û ev zincîr Tinê bûye derd û kul, tiştekî din nakev bîr! Heta kengêûtê wisan, bi teqîn û reqîn ke Xêrgunehê vê toqê, ji bende re telqîn ke. * * * Wey ser çavan tu hatî, lo lawikê zemanî Ji xwe ez bûm çavnihêr, te bixwe kir xuyanî Hêj hetanî vê demê, tukes nehat bi meraq Ne gotin gelo çiye, ev teqîn û ev teraq Guhdar bibe kurê min, tu hêjayî xuya ye Sirê ji te veşêrim, ew ji bo min ceza ye Berî ya min ferztire, gotina bav û kalan Gelek li cî gotine, rehmet li wan bi baran Wan gotine(yê bêsebr tim tihin û tim bê av Hûrik hûrik bi derzyê, qulteyn dibin sardelav Ev xebat û cehda min gotina bavanî ye Ger îrû neçe serî, bo sibê hêsanî ye. Bê imîdî ne qenc e, tu destê xwe vemale Ne ez zêde xwêh bidim, ne tu bo min binal e Yekdest em bi repînkin, heval dibe zilcelal Bira toqa dîliyê, bibe polayê zelal Emê vê toqa lanetê, ji serê xwe biderxin Hingî bira bibînin, ya em gur in ya berx in. *Kovara Hawarê, Hejmar:7, Sal:1932, Rûpel:4, 5.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz