Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

2 görüntülenme 0 beğeni
Em hîç ne westiyan û nawestin Li ser vê riya dûr Ser vê riya dijwar Em diçin û emê biçin Ber bi armanca xwe * * * Ser deryayê bi xwîn Ji çiyayên dar û devî Deştên bi kelem û histirî Newalên teng û tarî Em derbas bûn * * * Li bin baran Li ser berfan Ba..û bager Li şikeftan Di bin dilopan Bi lingê xwas Bi can tazî Karwanê me diçe Ber bi armanca xwe * * * Bi koviyan re pence pence Bi dêwan re rû bi rû Me ceng kir Wan em kuştin Me ew kuştin Em ne tirsiyan Ne beziyan Karwanê me diçe Ber bi armanca xwe * * * Em gehiştin çiyayê qaf Nizîk bû.. nizîk bû ermanc Xuya kir..xuya kir behişta Kurmanc Ah... Ew ne xweş giyan Ew kulikên ji karwan Bi şûn da man Ew rebenên bêçar Man.. ji beheşta me bê par şam 28/9/1959

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz