Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

2 görüntülenme 0 beğeni
bi agirê dilê zahîdekî diçe heca bi hewêsa ewîndarê ber bi delala xwe ve diçe bi arzûya zarokakî radipelike diya xwe dike ez diçim mosko devê min, dilê min her zereyê laşê min dikeve her sê zarokên min li dora min dicivin ji min diyariya mosko dixwazin siwarê keştê bûm teva pêncsad hevalî her yek ji wan ji min bêtir heyecan hinek ji wan ereb in hinek jî çerkes, kurd û ermen in lê hemû yek ziman û yekdil in zimanê dostanî û aşitî weke bira diçin mosko strand, govend û dîlan ji coş û xiroşa wan re pêl û masiyê deryayê minêkar bi vî ahengî em gêhiştin derdenil paşê istembol dîyar û bajarê nazim hîkmet nazim hikmete zarok di vê dergûşê da hat hejandin diya wî ya mihîrban li wir ji nazimê zarok re lorîya azadiyê dilûrand dengê nazim hikmetê mezin li wir li himber îstîbdadê kire gurmîn lê îro ew dîyar hezîne ji dûr ketine kurê xweyê fedakar, wefakar ew dinale di bin lingên emerîkan û niştimanfiroşan em gîhiştin ewdîsiya mehşera biratî gûrûh-gûrûh xelk, jin, mêr, pîr û zaro li bendê me bûn mîna kerîya berx û miyan em li ser hev keliyan me hevdu hemêz dikir me hevdu maç dikir ji çavan hêsrên kêfxweşî û dilgeşî dherîkîn ser rûyan dengê "bijî aşitî û dostanî" deçû ezmanan ev hal li ser rê, li her bajarî heta mosko wîsan bû di nav welatekî bihûştin însanê wek melekan dil saf dev bi ken, rû bi kenîn nizanim çawan destên naziyên ehmaq li van digeriya xweş, paşê wan jî lingê wan jî hate kişandin, ya mucîze jî ev e gava dijmin destê xwe dirêjî vî welatî dikin berxê vî welatî dibin şêr ez gîhiştim mosko bi germiya dilê zahîde gîhişte hecê bi hewesa ewîndarê gîhişte hembeza delala xwe bi heyecana zarokî rapelka memikê diya xwe ez gîhiştim mosko

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz