Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qedrî Can

Qedrî Can

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez û hevalekî xwe li ser rêkê dimeşin Em ji kêra hatine kuda diçin? napirsin. Ji halên xwe dizanin em rêwînin qedîm in çiqas zeman dibore xwe bêmecal dibînin Sol di lingê me nema, pritîne cilê me Neynûkê me dirêj in, bûne gulî porê me Tinê tiştê bi me re ko wekî berê mane Keşkûl gopalên di me, evan bi mer wefane Histiriyê çavbelek, carna diket lingê me Êşa di van mîratan davît ta ser dilê me. Gava dibû zivistan mericif canê tazî Ku havîna germ dihat bêfêde bike gazî Hêdî hêdî canê me qeşm û qertîş derdixe Ber alatan hîn dibin bivênevê xwe bixwe Bi vî hawî em diçin, bê eqlê xwe bê şiûr. Ev rêya ma bê dawî pêş ve diçû dûr ko dûr * * * Rûjek dîsan ji rûjan qet hal dime nema bû Ne gund û ne gundiyek ew cih pêda tenha bû çima şûnda hinek deng hate ji nagihanî Lê bala xwe didimê ew deng pir kûr di nalî Min dil kir ko bibêjim:mêze bikî hewalo Meger ew jî bihîstî, ko gote:-Ey delalo! Ev çi denge dinale? gelo li vî cihê ha Nebe ew jî weke me keramperê ber bi ba * * * Wisan derket texmîna hevalokê niktecan Bextreşekî Kurmanc bû.dikir ax û ox, aman Min jê re got:-Ey bira te çi hal û hewal e? çiman wisan vegerand, got:(derdê min giran e (çîroka min dirêj e, bêt nivîsîn roman e (Ez ji Kurdên Serhedê;Melazgird e gundê min) Ez derketî heft sale.Bi hiş û dilê min (Zmanê min bû sebeb, bû felaket ji bo me (Mirovên çavsor hatin, jê re digotin rom e (Zmanê me î delal(yasaq)krin bizorî (Zmanê xwe î dixwar bo me kirin mecbûrî Êdin curmek mezin bû, bi Kurdmancî xeberdan Guhnedanî heqê kêûheps û sungî û zîndan (Êdin wisan nedibû, me cendekan xwe kar kir (Li hemberî dijminan me hespê xwe pir xar kir (Lê.. felekê bi me re nebir serî em qels man (Wek e nokên li kevir em li deran bêkes man (Dê û bavê min hemî bi tevayî wendane -Hevalê min î ewilî xwe avête nav- Gelo tu qet nizanî li kîjan alî mane? (Lo;birawo!zinaro çiman tu min nas nakî (Ez Ferzendê bira me, em in ji dê û bavkî * * * Herdu biran himbêz bûn bi kul girî û keser Erd û ezman hejiyan, agir kete dar û ber. *Kovara Hawar, Hejmar:10, Sal:1032, Rûpel:4, 5.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qedrî Can şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz