Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Berken Bereh

Berken Bereh

2 görüntülenme 0 beğeni
Birîneke kevnar e Şirnex; xwîn jê diçe, Gul vedike tam li nîveka vê çîroka nûjen. Rûdinişt li hewşê, li hember Cudî Kilam digot û birînên xwe dikewand dîya min, Bavê min, stêrka qurix bû li lûtkeyên mêrxasîyê Hêrsa xwe li titûnê wer dikir Kovanîya xwe dişûşt li ser çemê kilamê min, Li vî bajarê bextreş û bejnçîya Destê xwe dirêjî kanîyên heyatê kir Her carê li birînan likumîm Her carê kulbişav bû para min Karwanî dihatin ji çar alî cîhanê Leglegên barê wan evîneke kevnar û boş Hemû pirtûkan behsa min dikir, Hemû evînan çêja xwe ji min distand Ez bûm destpêka gerdûneke nipînû Bûkeke dilkovan e niha rûsor li ber derîyê dîclê, Şal şapik, serbidew û şerabê dipê Erê, min got quling dibihurin di rûyê min de, Kew avê vedixwin Li deşta Dêrgulê asikeke delal im, Li bestayê balindeyek nikulkêr. Gelek tofan dî me, gelek karesat, bobelat Û daketime li bin heft tebeqê dinê... Lê ne bejna xwe tewandî me, Ne çong veda me, Mîna rûspîyekî zarxweş û bi efsûn, Pala xwe dame çîyayê nimêjê Şîr didoşim ji memikên rojê. Ax! mirovê mîhreban, Bi te destpê dike evîna min tenêtîya bê min. Were! Dirêj bike destên xwe, Em ji nû ve binivîsin çîroka serdemên kesk. Birîneke kevnar e Şirnex; xwîn jê diçe, Gul vedike tam li nîveka vê çîroka nûjen. *Ji ber dengê wî ji alîyê helbestakurdi.com'ê ve hatîye deşîfrekirin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Berken Bereh şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz