Min ne dê û ne bav e,
Ne xalet û ne met e,
Derdê bira pir zehmet e,
Kewara xeman im ez.
Min ne mam û birazî,
Min ne xal û ne xwarzî,
Wek dareke çiptazî,
Bêxudan im li vê derê.
Min du kur û yek keç e,
Rastî mirye xwehr diçe,
Dinya bûye wek kêç e,
Tu nikarî pê bigirî.
Min ne dost û ne yar e,
Sêwîtî gelek zor e,
Jîyan e wê bibûre,
Berkeno, xwe şaş nekî.
Min îro l’eyneyê nêrî,
Ne dêm maye û ne gulî,
Tu bûy hemderdê bilbilî,
Dikî feryad û fîgan e.
Dikî nalîn û kalînê,
Ezabê qebrê dikşîne,
Tu dest ji dinyê hilîne,
Xweda rehman û rehîm e.
L’vê kambaxê xweşî nîne,
Rastî mirye xwehr dixwîne,
Xweşbêj e ehlê şeytîn e,
Berkeno, tu xwe şaş nekî.
Tu xwe bêhiş û şaş nekî,
2evdê xwedê aciz nekî,
Ew xwehr bêje tu rast bikî,
Nebe kesê yê dirize.
Bes bike hawar û qêrîne,
Ga dimre cotyar dimîne,
Paşeroja xwe bibîne,
Nebe kesê her xusirî.
Bes wek benîştê bicû,
Dewranek bû hat û çû,
Ma kî hat û neçû,
Xweda rehman û rehîm e.
Xewna Dawî, Lîs, 2016, r., 113, 114, 115
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Berken Bereh şiirlerine dön