Min têra xwe bajar û bajarok dîtin
Hinek ji wan dişibiyan xewnên min;
Rengereng û kemberzivîn.
Min gelek çem û robar dan ber bayê xwe
Hinek ji wan dişibiyan min;
Delodîn, diltenik û bejinzirav.
Min gelek mrov nasîn
Tev dişibiyan welatê min
Sîngesmer, zarşîrîn û bi birîn.
Min gelek demsal şopandin;
Bêhtirîn wan
Baskên xwe dîyarî azadiyê kiribûn
Mîna min.
Xewna Dawî, Lîs, 2016, r.,69
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Berken Bereh şiirlerine dön