Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Berken Bereh

Berken Bereh

3 görüntülenme 0 beğeni
Êvaran kew xwe berdidin li ser çemê Kolikê bi piştiyên çilo bi çavên kovanî û bi gavên şermok jin xwe berdidin. Bêhna sewalan tevlî bêhna mirovan dibe Stran tên gotin,lawij destanan dirêsin keçên xama li ser evînan. Lê ne Sakîne sakîne ye êdî - di nav fîstanên renge reng ne qralên Kommagen`ê qral in ne jî Ferat har û dîn. Êvaran dema hûn diçin ber bi mal ji bo kêfxweşî û şahiyê mînak hebên tisbehan rêz dibin cenan wek bextê xwe yê reş xêr ne ditî li ser rê ya xir û xalî. Li vira ne bi rojê şabûn e têra xwe mirov ne jî bi şeva reş-tarî re. destaneke bi hezar salane didome bi sedsalane bê nasnav û feqîrî heta qirik. Êvaran pale xwe berdidin li ser çemê Kolikê bi laşên xwe yên xêhadayî bi rû yên kizirî û li asoyên bê miraz dinêrin bi çavên reş û bi şalwarên reşayî bextê wan ê reş tine zimên hêviyên wan şerm dike dilerize dibe hinarek sor li asoyên dûr roj. û wek çivîkek koçer xwe berdide li ser lutkeyên Nemrud şev. Êvaran mirov xwe berdidin li ser çemê Kolikê ji rû yan kul û keser difûre ji stranan kerba wan lê bawer im ku yek bikene bi dilsozî ji wan re an hembêz ke wan bi dilovanî wê dorpêç ke cîhanê seranser dilê wan.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Berken Bereh şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz