Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Berken Bereh

Berken Bereh

2 görüntülenme 0 beğeni
Vê sibehê Wek rêwingîyeke derengmayî bûrîm Di ber pira bafê re. Hê jî bêhna laşê kelekvanên rengesmer jê difûrî Wek lorandina kilama derwêş û edûlê Nêz û dûr... Hema destê xwe dirêj bikim, Dikare li gulîyên te bialiqe, Û vehûne, bike rîsîyek ji maçan. Siha suretê te li ser nexşa qeynterê Şox û şeng û ... Gelek kes xwe didin ber siha wê, Guhdarîya dengê xemgîn ê dilê me dikin. Hê li ser lingan e, kulek be jî, Hê sebra cizîrê ye, ya şevên dirêj û xalî. Ax! Pira bafê, Delala li ber dilê cûdî, Berbûya xewnên min. Ya her kêlîk ji dîclê re dilîlîne, Ya bayê dilê min digihîne yarê, Ya kevin dibe bi min re. Pira bafê, Hê jî stêreke li qeraxa dîclê, Bi kurdî reh berdaye axê. Ger bi hogirî lê binêrî, Dê bibînî ku digirî ev sed sal in. Pira bafê! Ya yek min û te, Hew dikare xwe ragire. Xewna Dawî, Lîs, 2016, r., 42

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Berken Bereh şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz