Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Berken Bereh

Berken Bereh

2 görüntülenme 0 beğeni
hûn her şeveq tên bi çavên xwe yên xilmaş bûyî bi xeyalên xwe yên esmer û bi cil û bergên zîval -zîvalî mêvaniya vî dilê çikspî. hinek ji we lal in hinek ji we ker û qop "s"yê dike "ş"laleş hûn tev "o" yê dikin "û" roj heta dawî wek palyaçoyan em diberhevde ne. hûn her roj tên bi stranên xwe yên bê miraz bi destên xwe yên xizan û zimanê jibîrbûyî bi herikîna her dilopek evîna min guleke vedibe di bîbûka çavên we de. wisa dilsoz û wisa diltenikin hûn dûrû û nemelaqî nebûye para we bi deng difikirin û diramin ji gulekê naziktire bedena we gotinek nexweş bê gotin awirek nexweş bê vedan dicemide dilê we agir xwe berdide hinavan her şevek tên şagirtên min ji bo evînê, şaristanî, zanyariyê mîna pisîkek navmalî rudinin mîna karxezalek û gelek caran parîk nan jî nexwarine biborin zarokno! ez jî dilkovan û jehrxwarim vêdişêrim xizanî û tengezariya xwe vedişêrim dudiliya xwe ji vê jiyana çêbûwar. lê bibexşînin her ku hûn bibêjin "rojbaş" bêhtir berxwedêr dibim bêhtir bi jiyanê ve têm girêdan ez!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Berken Bereh şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz