Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Berken Bereh

Berken Bereh

2 görüntülenme 0 beğeni
li bin heman esmanê ji kederê min bawerî anî bi rastîyê, bi qasî derwêşekî zikir kir bi qasî rêwîyekî meşîyam nebûm kelem li pêşîya ronahîyê girîyam li kêlek dayîka berxê xwe diyarî axê kirî bavê destvala vedigere mala xwe li ber êvaran û bûm şirîkê hest û hêrsa xortê mêrxasî û dilpakîya xwe ji xwe re kirîye taştê û firavîn û min dît ruhê xwe yê di miqama işqê de di nav ferhenga cîhanê dinimîne de tîpek im li hevala xwe gerîyam di dengê xwe yê gurr de li olana xwe ya bi nalîn min di jûrên bi keder de veşart xewnên xwe yên xeternak ey rêberê xweşkelamê dê bibînî dema hatim derenca ewil ya dadgeha adilane ku min dilek ji hevrîşim danaye li ser gulê û min ji dil û can gotina xwe got bi sed kul û derd bêndera xwe rakir û min bê xeyd û tirs deftera xêr û guneha amade kir berî ku sûretê min spî bibe *Ji ber dengê wî hatiye deşîfrekirin. (AHK)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Berken Bereh şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz