navê wan çi bû
dibêjim pirr ne girînge bejn û bala wan jî
teqez ji duduyan yek xwedî xizêm bû
û di stranande jî hilnedihatin
porkurên bira û bavê xwe bûn her wext
di berdêlê de jî ne digotin ay
kevaniya mal û mindalan
di her gepa naê me de
kul û keser
ked û rûmeta wan
bi rûmetin bi xîret in
tu carî ji rêzê derneketin
strana gerdûnî tim gotin
hebûna me ne jinên kurdan
bar hilgirtin,av kişandin
gule berdan,xwîn rijandin
li ber zilmê serî ne tewandin
ala me ye jinên kurdan
navê jinê şêr e li welatê min
kakilê jiyanê jin e
li vê dinê,li wê dinê
xwedê me bide xatirê wan
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Berken Bereh şiirlerine dön