dîkên tolaz dîxemilînin berbangê
mela banga dilpakiyê dike
bajar û ez
best û çemê nazdar li hev in
ev meheke wisa ye
tenêtî keziyên birîna min dihûne
heyva kal û rûgeş
û wêneyên te yên ji min xeyidî
ristên xweş dimeyîne.
ev nanpêjê bêbav jî nîn be
gotin ji kêfa min re nin e.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Berken Bereh şiirlerine dön