Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Berken Bereh

Berken Bereh

2 görüntülenme 0 beğeni
kilama vî temenî ji keseran pêk hat bêbextiyê pêsîrên jiyanê mijandin, ne xewnên me êdî bayekî bê ser û ber bû zarokatiya min çîqîniya wî li dara bindestiyê hilawistî qedexeyan lîstikên zarokan dimeyandin pirr nediaxivîm zêde nedikeniyam beriya evînê cixareyê ez rapêçam xortekî çak bûm li gorî gotina gundiyan salan bi xwe re birîn fireh û kûr kir êşiyam ji her awirekî melûlî her mala xizaniyê kon vegirtiye li ber dêrî bi dilgermiya tenûra pêşeroja wan vêketim navê te qedexe bû bibîranîna te şûrekî mirovkuj çend hevalan bar kirin ji kolanên vî bajarî ba û baranan tehma xwe winda kirin dûxaneke kontrayî xwe bi ser dengê me de berda beytakan rengê xwe ji me re hiştin û koç kirin rikekê ez girtim ji dîroka me ya jarmayî û min nexş kir demsala bêbext li dîwarê dilê xwe di awêneya jiyana me ya şikestî de zebaniyên nas di nava gulên baxçeyê temenê me de striyên zirbav wan bi destên xwe rûyên xwe qelaştin rûçikandin stranên xwe û birayên xwe firotin bi diravan êdî bager e bahoz e xwîn e meh riziyan rezberê tîne li pişt xewneke çîlspî ditirsim kilama temenekî birîndar bimîne dibêjin ku hê jî bi evîndarî dimeyîne ew dilê birîndar serpêhatiya xwe

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Berken Bereh şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz