Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Berken Bereh

Berken Bereh

2 görüntülenme 0 beğeni
li kûrahiya şeva bi şehwet diherike neçarim li ber serê êşa xwe dûr im ji xwe qasî stêrkan, pîr im li vir bi qasî çiyan sêwiyek im, ji bilî êşê kesekî min tune ye li dilê min î sincirî û kavil mêrga bayên ciwan, çîmenên gumreh dibêje rizîne bagera di dilê min de hemû rêl û deşt birçiyê bêdengiyê hemû siwarî û berbû kor û şeht hemû robarên diherikin ji sîngê şevê havêna pêşerojeke xizan dimeyînin bêpaxav û bêminet digere dolaba heyatê dizeliqe li asoya şevê ji bîr kirî awirên min î sar û hewca nalîna dilê min mîna zarokê deqên wî jê hatî standin rûniştim li bin dara bîranînan giriyam bi serpêhatiya xwe ya tehl re

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Berken Bereh şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz