li vir nemîne li benda jiyanek bi tahm û xweştir
ya te jiya ji dana Xudê ye, bo gellek kesan bi dest nakeve
kotira te şîr didayê mezin bû li hêlîna dilî
amade ye bifire ber bi bajarê biyanê dengê xwe ye
birîna te ya nacebire nefs û kibr û guhnedan, avdana gulê
kiş kişa te ya bo ewrên reştarî ji esmanî, her roj ji nû ve
bi her xwerakêşanê şûrek dişkê, sengerek hildiweşe
cerg û kezeb kelha Dimdimê kavil e niha li meydanê
ku hewceyî strana ye ev bajarê nenasê işq û heyînê
rojê pênc dana werin serdana medresa Xanî, wî şêxê xwebûnê
guh bidêrin li dengê olan dide li kumbetê
xemgîn û hew dihedire ev ziman berkeno!, lew
wekî te zêdehiyeke ew jî li vê jiyana dişibe xurbetê
*Kovara Nûbiharê, hj: 150
*deşîfre: r. xendekî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Berken Bereh şiirlerine dön