Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Berken Bereh

Berken Bereh

2 görüntülenme 0 beğeni
I Bajar Ax ew bajar! Savarek rijî ye êdî Xewneke kêm xwê Dengê evîndaran jê vederbûyî. Mizgeftek bê sofî Xortekî bê evîn Asîmanek bê stêrk im û dikim û nakim Wî bajarî ji bîr nakim. Ax ew bajar Nizanim ne tu ez î An ez tu. II Hêlîna me talankirin van bêbavan Cara çendemîn e bizanin Neviyên 28 raperînan Her mirinek Rêzek ji helbesta te diweşîne Her dengek Te ji nû ve vedijîne. Fermo bibîne! III Hêviyek ji pola ye Ew bajarê malmîrat Çiqas tê kuştin Hewqas xweşik dibe. IV Xewneke ji ewrên stewr hûnandî Gûliyên tol diqewirîne Bi awazên kop Ji temenek derengmayî Her kêlî Bêhtir nêzî xwe dibim Bêhtir nêzî mirinê. Ew bajar lê qirşa berhev dike Li ser gûliyê dengê xwe Hembêza xwe dixemilîne bi binevşan Da aştiyê bihewîne. Ew bajar Kurtejiyana min e! *Hat serastkirin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Berken Bereh şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz