Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Berken Bereh

Berken Bereh

2 görüntülenme 0 beğeni
Me bi destê xwe girêka jiyanê vekir çarenûsa xwe nivîsand û bi rê ketim. ne ziryan karî bi me re bimeşe Ne siva me karî ber xwe bide Xweşmêrê dîrokê em bûn Xwişka heft bira û Birayê heft xwişka em Di berbangên argûnî de Di asoyên binefşî de Nermenerm Bi nazenîn Robarên diherikin Qulingên bask zêrîn û eyloyên heft reng dîsa em bûn. Yek carê bi tenê ne kuliya dengê me Lûtkeyên zinaran ji me şerm kirin Serî tewandin Herekol, Agirî Bê gilî Hê jî dimirin Xoşewistên evîndar. Bi nanê tisî Bi dizî Roj bîst û çar saet Berfmaika gemariya jiyanê Hilperîna çîna nûjen afirand şand Li çarlIdor gerdûnê Belav kir Tovê evînê. Ger hûn dixwazin Awirekê Ii kelepora dîrokê vedin Ne gelek dûr, hûr û kûr Li asoyê rêzeçiyayê zagros binêre Li deviyên reng e reng ên çîpasê Li Tamîlên reştehlik An li newal û dehlikên bajarokan Ku her dilek bûye agirek şûna al wêneyek me di dest de ye. Em kêfxweş in, ferişteyên rûhîv mist didin giyana me Ji xezal û nêriyan qewmeke nû çêbûye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Berken Bereh şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz