Dixwazim helbestekê binivîsim
Ji giriyên te pêk hatî
Xwêhdanek min digire, sawek min radipêçe
Banga paşîvê dike pîrika min
Roj nîvro
çar alî qîr û zilmat.
Dixwazim helbestekê binivîsim
Ji janên te pêk hatî
Qermîçek dikevin xewn û xeyalan
Silavên ji dil jî dilerizin
Li ser çavê bajêr êdî tenê toz e
Xwîn e xwe dişo di gepên min de
Bahoz e dimeşe ber bi balgîfan.
Dixwazim helbestekê binivîsim
Ji temenê min pêk hatî
Mindalek porê xwe ji qirêjê şeh dike
Evîn diqefile
Bajar pişta xwe dide xewê
Li derek dûr mexel tê dengê te
dixwazim helbestekê binivîsim ji çavên te pêk hatî
bi nazenîn diherike xwîn bi bêhneke binefşî
bi şahî û xweşî serpêhatiyek nû
bajar ji xew radike
rê ji ker û qopan re vedike
rûyê te dawerivandina evînê diselmîne!
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Berken Bereh şiirlerine dön