li wir biheje çiqleke darê
ez li vir dicemidim
dilerize dilê min ê reşêleyî
xew li min diherime.
li wir ba bialêse çiyê
dicefile gewdeyê min
dicefile helbesta li binê balgîfê
bajar di şevê de winda dibe.
li wir stêrkek bixurice
dihelim mîna mûmekê!
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Berken Bereh şiirlerine dön