Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kawa Nemir

Kawa Nemir

2 görüntülenme 0 beğeni
Bo kalikê min Mihemedê Resûl li deştên dipdirêj hespên çargavî difnên wan hilma tivingên Kurmancî qerpûzên vala, bêhnefişk, misk û emberî ji kîjan çaxê dibezin, dibezine kîjan dastanê Derwêş lê hiştin, bi xwînê şûştin herasa meydanê li deştên dipdirêj dîroka çargavî li nava du tiliyên min Cixareya Biharê dikişînim, wezê nemirim, pirsên min hene hê yek, çiya dikevin bextê min yek jî, katjimêra Serkîsof a kalikê min dest hişkehişk li bijiyên kuriyên bayî çawa jî şevekê ji çiyayên Pinyanişî rabûye hogiro, lo zar û zimanê mino bi bêrîka êlegê min de ye mîrata te hê neviyên te welatekî qerisî li serên xetan serma dikin, min hembêz bikin kuliyên berfa zarokatiyê zivistan`im çîrokên min di binê berfê de çil sal e dizivire, dizivire Serkîsof (Ji dîwana "Selpakfiroş”)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kawa Nemir şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz